Cîhan
Li Minbicê civîna girîng: Niha wê li wir bimînin!
PeyamaKurd- Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi erkdarên koalîsyonê re civînek pêk anîn. Li gorî biryara civînê, Hêzên Koalîsyonê wê li Minbicê bimînin û herêmê li dijî hemî talukeyan biparêzin.
Li gorî navenda çapemeniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, duh li Minbicê Hêzên Koalîsyonê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi hev re civînek pêk anîn.
Li gorî agahiyên navenda çapemeniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji aliyê Amerîkayê erkdarê Karên Derve yê Amerîkayê William Warbek û General Jimmy Gerard; ji aliyê HSDê jî berdevkê serokê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Muhemmed Mustefa û berdevkê Meclîsê Şervan Derwêş beşdarî civînê bûn.
Hat ragihandin ku her du aliyan ji bo ku gelê herêmê biparêzin û bi bi hev re tevbigerin, li hev kirin.