TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Mûglayê erdhej çêbû!

Admin L
Nivîskar
📅 08 adar 2024 12:01

PeyamaKurd – Li peravên navçeya Marmarîsa Muglayê bi lerza 4,4an erdhejek pêk hat.

Hate diyarkirin ku navenda erdhejê li peravên Behra Spî ye û 36 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye. Erdheja ku li Muğlayê bû sedema panîkê, li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin.

AFADê ragihand ku serê sibê di saet 7.27an de bi lerza 4,4an erdhejek ku navenda wê Marmarîs e pêk hat.

Herwiha hat ragihandin ku erdheja ku navenda wê 41,39 kîlometre dûrî Marmarîsa navçeya Mûglayê bû, 36,05 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Li aliyê din erdheja ku li Mûglayê bû sedema panîkê, li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin.

Parve bike: