TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Mûsilê li dijî baregeha leskerên Amerîkayê êrisek pêk hat

📅 01 sibat 2020 15:10

PeyamaKurd - Li parêzgeha Mûsilê ya Iraqê li dijî baregeha leşkerên Amerîkayê ya Kayyarayê bi topên hawan êrişek pêk hat.

Tora Medyayî ya Ewlekariyê ya ser bi hikûmeta Iraqê ve ragihand ku 5 topên hawan li nêzîkî Baregeha Kayyarayê ketine.

Derbarê ziyanên canî de û berpirsyariya êrişê de tu zanyarî nehatin belavkirin.

hêjayî gotinê ye ku tê zanîn ku li Baregeha Kayyarayê leşkerên amerîkî dimînin.

Parve bike: