Kurdistan
“Leskerên Amerîkayê baregeha Kabaniyê terk nekirine”
PeyamaKurd- Tora medyayê Rûdaw ragihand ku baregeha Rûdawê ya li Rojava ragihandiye ku leşkerên Amerîkayê yên li Kobaniyê li baregeha Xirab Hişkê terka baregehê nekirine û hêjî li baregehê ne.
Îro di bultena Rûdawê ya taybet de kesekî bi navê Mele Îsa ku ji gundê Xirab Hişkê ye ragihandibû ku leşkerên Amerîka îro siet di 16.30an de terka baregehê kirine û Arteşa Tirkiyê û ya Netewî ya Sûriyê siet di 17.00 an de ketine şûna wan. Mela hem gotiye ku gundî dev ji gundê xwe berdane û terka gund kirine.
Baregeha Rûdawê ya Rojava ji hêzên ewlekariyê hîn bûye ku Tirkiye û artêşa Netewî ya Sûriyê êrîş birine ser gund. Baregeha hêjî di kontrola leşkerên Amerîka de ye.