Cîhan
Li navenda Bexdayê minîbusek hat teqandin: 5 kes birîndar bûn
PeyamaKurd - Li Bexdayê îro 29ê Tîrmehê li navenda bajêr bombeyeke ku berê hatibû danîn bi minîbusekê de hat teqandin.
Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê ragihand ku teqîn li nêzîkî benzînxaneya Kêlanî ya Bexdayê çêbûye ku bombeyeke vedayî bi minîbasekê de hatiye teqandin û di encama wê teqînê de jî 5 kesên di minîbusê de bûn birîndar bûne.
Derbarê berpirsiya teqînê de ti daxuyaniyek nehat dayîn.