Li Nepalê 2 otobas ketin çem: 62 kes winda ne
PeyamaKurd - Li welatê Nepayê di du qezayên cuda de 2 otobas ketin çem. Hate ragihandin ku di encama qezayan de 62 kes di çem de winda bûne.
Yek ji rayedarê hikûmeta Nepalê Indradev Yadav, ji rojnameya Nepalê ya The Kathmandu Postê re da zanîn ku di qeyazên ku li herêma Chitwamê rû dane de herî kêm 62 kes winda bûne.
Yadav ragihand ku otobasa ku ji paytex Katmanduyê diçû bajarê Gaurê û 41 kes tê de bûne ji ber hezîna axê ketiye çem.
Indradev Yadav da zanîn ku 3 kesan xwe ji wê otobusê avêtine û rizgar bûn, lê belê 38 kesên din di çem de winda bûne.
Indradev Yadav her wiha ragihand ku li heman herêmê otobaseke din a ku ji Katmanduyê diçû bajarekî din û 4 kes tê de bûne jî, ji ber hezîna axê ketiye çem.
Ji her du otobasan bi giştî 62 kes di çem de winda bûne û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.