TR KU SO
FB X
Cîhan

Li nexwesxaneyeke Iraqê sewat derket: 58 kesan can dan

Admin L
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2021 13:00

PeyamaKurd - Li nexweşxaneyeke Koronayê ya parêzgeha Zîqar a Iraqê, şewat derket û di bûyerê de 58 kesan can dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Tendirustiya Zîqarê diyar kir, agir bi nexweşxaneya Îmam Husên a Koronayê ya li parêzgeha Zîqarê ket û di şewatê de 58 kesan can dan.

Tîmên agirkuj û kesûkarên pêketiyên Koronayê, hewl didin ku nexweşan ji şewatê rizgar bikin.

Hat eşkerekirin, şewat ji ber teqîna butleke oksîjenê derketiye.

Tendirustiya Zîqarê, rewşa awarte li parêzgehê ragihand û da zanîn, du karmendên tendirustiyê jî di şewatê de can dane.

Parve bike: