Li nêzî bajarê Kevin ê Rojhilatê Qudsê êrîs: 2 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Îro li nêzî bajarê Kevin ê Rojhilatê Qudsê di encama gulebaranê de 2 kes birîndar bûn.
Reutersê diyar kir, di encama gulebarana li bajarê Orşelîmê yê Îsraîlê de 2 kes bi giranî birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya polîsên Îsraîlê li Taxa Sîlvan a li nêzî Bajarê Kevin a Qudsa Rojhilatê êrîşeke çekdarî hat kirin.
Herwiha hat diyarkirin, êrîşkar hat bêbandorkirin û yekîneyên polîsan ên zêdetir bo cihê bûyerê hatin şandin.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Servîsa Lezgîn a Îsraîlî Stêrka Dawid a Sor ve hat dayîn de hat eşkerekirin, di êrîşê de yek jê giran 2 Îsraîlî birîndar bûne.
Hat destnîşankirin, Îsraîliyê 22 salî yê bi giranî birîndar bû û birîndarên din ên 45 salî, piştî alîkariya ewil li cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî nûçeya AFPê ku dispêre çavkaniyên polîsan, zarokekî 13 salî êrîş pêk aniye.