Cîhan
Îtalya: Li bajarê Colleferro yê nêzî Romayê kargeha cebilxaneyê teqiya
PeyamaKurd - Li bajarê Colleferroyê ku 50 kîlometre dkeve başûrê rojhilatê paytexta Îtalyayê Romayê, di kargeheke çêkirina mûhîmat û cebilxaneyê de ji ber sedemeke nayê zanîn teqînek çêbû.
Li gorî zanyariyên yekem, teqîn di beşê zexta sûtik (barût) a kargehê de rû daye û dengê wê ji dûriya çendîn kîlometreyan li deverên rûniştinê hatiye bihîstin.
Piştî bûyerê tîmên agahdarî, ewlehî û agirvemirandinê gihîştin herêmê û xebatên lêkolînê dest pê kirin, lê belê heta niha derbarê kuştî an birîndaran de daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.