Li bajarê Napoliya Îtalyayê bankayê şêlandin
PeyamaKurd – Li Îtalyayê li bajarê Napoliyê bi çek an ku kesên çekdar banka Credit Agricole şêlandin. Yên bankayê şêlandin herî kêm 3 kes bûn û 25 xebatkar û muşteriyên bankayê dîl girtin.
Di encama operasyona hêzên asayîşê de rehîneyan serbest berdan û kesên bankayê şêlandin reviyan.
Li gor malpera dîjîtal ya Fanpage; li navenda bajarê Napoliyê li meydana Medaglie d'Oroyê, beşa banka Credit Agricole li dora nîvro şêlandin.
Yên bankayê şêlandine herî kêm 3 kes bûne. Piştî hêzên asayîşê dora bankayê girtin, seet li dora 15.00an de rehîneyan serbest berdan.
Seet li dora 17.30an de, yekîneya operasyonên cendirmeyan ya taybet ya ji Livorno çû Napoliyê, operasyon kir ser bankayê.
Piştî tîm ket nav bankayê, kesên bankayê dişêlandin, di ciyekî zemînê de reviyan. Kasayên bankayê valane û ji bankayê çiqas pere birine diyar nîne.
Hêzên asayîşê operasyonên li dora bankayê û taxê dewam dikin.