Cîhan
Li nêzîkî Mizgefta Aksayê otobûsa rêwiyên îsraîlî hat gulebaran kirin: 7 birîndar
PeyamaKurd – Polîsê Îsraîlê îro 14ê Tebaxê ragihand ku li nêzîkîkî Mescîda Aksayê gule li ser otobûseke rêwiyan a welatiyên Îsraîlê tê de bûn, hatine reşandin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Polîsê Îsraîlê, êrîş li herêma kevnar a bajarê Qûdsê nêzîkî Mescîda Aksayê rû daye û hejmarek kes birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku piştî bûyerê herêm hatiye girtin û lêgerîna êrîşkaran dewam dike.
Herwiha Saziya Hawarçûnê ya Îsraîlê jî daye xuyakirin ku di êrîşê de 2 kes bi giranî 7 kes birîndar bûne.