TR KU SO
FB X
Cîhan

Li nêzîkî Ummanê li dukeştiyan êrîşa bi guman pêk hat

Admin H
Nivîskar
📅 11 îlon 2026 09:46

PeyamaKurd - Ajansa Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku li nêzîkî bajarê Hasab ê Ummanê du keştî rastî êrişeke bi guman hatine.

Li gorî agahiyên ji kaptanê keştiyê li herêmê hatine wergirtin, 4 perçê hesinê nenas li du gemiyan ketine, di encamê de li yek keştiyê agir derketiye û rewşa keştiya din jî hîn nayê zanîn.

Piştî vê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û UKMTOyê hişyarî da keştiyên li herêmê ku baldar bin.

Parve bike: