Cîhan
Li Nîjeryayê balafirekî ket: Serokerkan di nav de 8 mirî
PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li eyaleta bi navê Kadûna balafirekî leşkerî ket û di encamê de 8 kes mirin. Ragihandina bûyerê ji aliyê hêzên hewayî yên Nîjeryayê de ji beşa çapemeniyê hat dayîn.
Li gor nûçeyên çapemeniya Nîjeryayê; balafir li balafirgeha navdewletî ya Kadûna ketiye. Di nava miriyên balafirê de serokerkanê Nîjeryayê Îbrahîm Attahura jî heye.
Li gor ragihandina rêvebirê beşa çapemeniyê yê medyayê Edward Gabkwet, heya niha sedema qezayê nayê zanîn. Lê lêpirsîn hatiye destpêkirin.