TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Li Rihayê malbata zaroka mirî, organên zarokê dan 3 nexweşxan

Admin M
Nivîskar
📅 17 cotmeh 2026 17:36

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê di 7ê Cotmehê de zarokekî 2 salî elektrîkê pê girt û ev 10 roje li nexweşxana perwerdê û lêkolînê dihat dermankirin lê di encamê de dema wefat kir, malabata wî organên wî yên saxlem dan 3 nexweşan û bû sedema hêviya dewama jiyana her sê nexweşên din.

Ji organên zarokê gurçikekî û kezebê şandin bajarê Meletiyê û gurçika dinê şandin bajarê Diyarbekirê da bidin nexweşan.

Rêvebirê tenduristiyê yê bajarê Rihayê Doç. Dr. Erhan Berk ragihand ku malbat zaroka xwe wenda kirine lê organên zarokê ji bo 3 nexweşên din bûne hêviya jiyana wan.

Parve bike: