TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navça Bîrecûk a bajarê Rihayê qeza: 3 mirî û 5 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 28 nîsan 2026 21:31

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Birecûkê (Birecik) otomobîlekî û ereba tîcarî li hev ketin û di encamê de 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser rêya otobana Tarsus-Adana-Entabê li nêzî Entabê li devera gundê Yukarıyeniçağê çêbû. Li ser qezayê tîmên îtfaiyê, tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê qezayê.

Di qezayê de Ebru Demir (25), Mahmut Kılıç (55) û jinekî ku navê nehat zanîn can dan. Her 5 birîndaran birin newxweşxanên cuda yên bajarê Entabê.

Parve bike: