Kurdistan
Di qeza li bajarê Rihayê de 3 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li taxa Doğukentê du otomobil li hev ketin û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Qeza ber destê êvarê qewimî. Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar, tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîs çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana perwerde û lêkolînê ya Mehmet Akif İnan.
Navên birîndaran û rewşa wan çawaye nehat ragihandin.