TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Nîjeryayê di êrîşên çekdarî de 44 kes hatin kuştin

Admin M
Nivîskar
📅 10 nîsan 2026 22:20

PeyamaKurd – Li welatê Nîjerya yê Afrîkayê li eyaleta Kebbiyê li devera Şangayê kesên çekdar êrîşê birin ser 8 gundan.

Berdevkê polîsê eyaleta Kebbiyê Beşir Usman di daxwuyaniya nivîskî de got ku êrîşê birine ser 8 gundan û di encamê de 44 kesan kuştine û gelek kesan jî birîndar kirine.

Li hemberê rûdanê, hêzên ewlehiyê li herêmê dest bi tedbir û operasyonan kirin. Li ser rûdanê Usman weha got:

“Piştî bûyerê polîs û hêzên din yên ewlehiyê li deverê hatin bicîh kirin û ev jî kir ku li deverê weka berê aramî çêbibe.”

Hêzên ewlehiyê ji xelkê re gotin ku divê hişyar bin û bi hêzên asayîşê re hevkariyê bikin.

Demek dirêje ku li Nîjeryayê çeteyên çekdar yên weka Boko Haramê û şaxê DEAŞê yê Afrîkayê ISWAP tevgeran dike.

Parve bike: