TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Nîjeryayê kestî noqav bû û 7 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 29 berfanbar 2021 04:26

PeyamaKurd – Li gor çapemeniya Nîjeryayê; li eyaleta Nîgerê gundiyên ku dixwestin ji gundeki herin gundekî dinê, tekneya wan an ku keştiya wan ya biçûk noqav bû. Di encamê de 7 kes ai avê de fetisîn.

Li gelek deverên Afrîkayê her weha li Nîjeryayê jî çûnûhatina ser avê bi tekne û keştiyan çêdibe û gelek caran alav ji barê xwe zêdetir bar hildigrin û keştî an tekne bar ranagre û noqav dibe.

Parve bike: