Cîhan
Di êrîşa li Nîjeryayê de 14 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li eylata Plateauyê êrîşkeran êrîş bir ser devera Ngbra Zongoyê. Li deverê kesê ku dijî yê bi navê Raphael Ebi ragihandiye ku êrîş di şevê de bûye.
Di encama êrîşê de 14 kes mirine ku 3 ji wan jinên bi hemlin û gelek kes jî birîndar bûne. Ebi, ragihandiye ku kesên êrîşker rastgele li xelkê xistine, mal bi mal geriyane û li sîvîlan xistine.
Berdevkê polîsê Plateau SP Alabo Alfred ragihandiye ku rewş ketiye bin kontrolawan û xebatên xwe bi xelkê cîh re dewam dikin. Heya niha kes êrîşê negirtiye ser xwe.