TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Pakistanê teqîn: 15 kuştî û 50 birîndar hene

Admin M
Nivîskar
📅 18 îlon 2026 14:23

PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhvayê li navça Kohatê di nava kampusa polîsan de, di devera Police Line de teqînekî çêbû. Ereba tije teqemenî li deriyê kampusê xistin û teqiya. Di encamê de 15 kes mirin û 50 kes zêde birîndar bûn.

Di pey teqîna ewilî de, di navbera her dû terefan de şer derket û di pey de teqînekî dinê jî çêbû. Di wexta teqîn çêbû de, xelk ji mizgeftê derdiket lê armanc ne xelkê limêj dikirin bû.

Rêvebirê polîsên eyaletê Zulfiqar Hemîd ragihand ku tevger ya xwekujiyê ye, piştî teqîna yekem di navbera polîs û êrîşkeran de şer derketiye û di kampusê de di beşa taybet de xwekuştinekî dinê jî çêbûye.

Serokê nexweşxana herêmê ya navendî Tahir Ali Şah ragihandiye ku 15 cenaze birine nexweşxanê û zêdetirê ji 50 kesan jî birîndaran birine wê derê. Di nav birîndaran de gelek polîs hene.

Li eyaleta navborî Talibana Pakistanê gelek çalakiyan dike û daxwaza mafên milletê Peştû dike. Li Belûcistanê jî artêşa Rizgariya Belûciyan gelek caran çalakiyan dike ku mafê dewleta serbixwe ya Belûcistanê dike.

Parve bike: