Di êrîşa Mereşê de 4 kuştî û 20 birîndar hene: Qedexeya weşanê hat
PeyamaKurd - Li navçeya Onikişubat a bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê li Dibistana Navîn a bi navê Ayser Çalık êrîşeke çekdarî pêk hatibû û Walî Mukerrem Unluer ragihandiye ku di encama vê êrîşê de mamosteyek û sê xwendekaran jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne.
Hat zanîn ku êrîşkar xwendekarekî pola 8an e û kurê polîsekî berê ye; ew bi çenteyekî ku pênc çek tê de bûn ketiye dibistanê û ev komkujî pêk aniye. Piştî bûyerê, Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekin berê xwe da bajêr û çar mufettiş ji bo lêkolînê hatin erkdarkirin.
Biryara qedexeya weşanê û lêpirsîn
Piştî êrîşê ji bo parastina ewlehiya lêpirsînê û rêgirtina li agahiyên şaş, Dadgeha Cezayê ya Mereşê biryara qedexeya weşanê da.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Akin Gurlek da xuyakirin ku divê saziyên çapemeniyê bi hestiyarî nêzî biryara dadgehê bibin û haya wan ji veşariya lêpirsînê hebe. Herwiha saziya RTUKê jî hişyarî da weşangeran ku li gorî biryara dadgehê tevbigerin û li ser medyaya civakî daxuyaniyên fermî parve kirin.
Doh jî li Siwêrega Rihayê xwendekarekî êrîş kiribû
Ev bûyer di demekê de qewimî ku doh jî li navçeya Siwêregê ya Rihayê dîsa xwendekarekî berê bi çekê êrîş biribû ser dibistanekê û 16 kes tevî xwendekar û mamosteyan birîndar kiribûn.
Piştî bûyerê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sedema ewlehiya dibistanan mangirtin dane destpêkirin û li dibistanan jî ders hatin rawestandin.