TR KU SO
FB X
Cîhan

Li parêzgeha Necefê komgeheke çek û teqemeniyan teqiya

Admin L
Nivîskar
📅 08 tebax 2022 15:00

PeyamaKurd – Li parêzgeha Necefê komgeheke çek û teqemeniyan ya koma Saraya El-Selam teqiya û di encamê hejmarek kes hatin kuştin.

Li gor hat zanîn, teqîn li navçeya El-Holê derketiye û di encamê de 7 kesan can dane û 5 kes jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye, hejmareke mezin ji Şîeyan di van rojan de ji bo bibîranîna merasîmên Aşûrayê serdana parêzgeha Necefê dikin.

Saraya El-Salam komeke çekdar a Şîe ye û girêdayî Tevgera Sadirê ya bi serokatiya Muqteda Sadir e û lîwayên wê (313, 314 û 315) di nav Heşda Şeibî de ne.

Parve bike: