TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Paytextê Rûsyayê tirimbêlekê da nav qelebalixê

📅 17 hezîran 2018 00:04

PeyamaKurd – Li Moskovaya paytextê Rûsyayê tirimbêlekê da nav qelebalixê di encama bûyerê de 7 kes birîndarbûn.

Li Moskovaya Paytextê Rûsyayê ku mazûvaniya organîzasyona Cama Cîhanê a Topapê dike, erebeyekê di nava bajêr de da ser qelebalixê. Li gor agahiyên pêşî  7 kes birîndar bûne.

Rêvebirên ewlehiya Rûsyayê li ser vê yekê disekinin ku ajotvan kontrol winda kiriye.

Li gor şahidhalan ajovan piştî bûyerê reviyaye lê ji aliyê ewlekariyê ve hatiye girtin û ew binçav kirine.

Parve bike: