Li perestgeha Sîhûyan ku 30 kes tê de bûn teqîn çêbû
PeyamaKurd – Rêvebirên cîh yên Kabîlê ragihandin ku di perestgeha Sîhûyan de teqîn çêbûye, dengê sîlihan hatiye û di wexta teqînê de, di hundirê wê de 30 kes hebûne û rêvebir nahêlin kes bikeve hundir. Ji ber kes neketiye hundirê perestgehê kes nizane di hundirê perestgehê de çend kes hebûne.
Berdevkê wezareta karên hundir yê Afxanistanê Abdulnafî Takor di ragihandina xwe ya îro de bûyerê piştrast kir lê behsa hûrayiya mijarê nekir.
Ajansa nûçeyan ya Hindê Asian News International (ANI) ragihand ku nêzî Kabîlê li devera bi navê Karte-î Perwan ku tê de perestgehên sîhên Hindûyên Afxanî û yên din hene, li ser rêya qelebalix du teqîn çêbûne. Ji partiya desthilat a Gel ya Hindistanê Manjinder Singh Sirsa, ji bo ANI yê ragihandiye ku ji perestgehê 3 kes derketine û 2 kes ji wan birine nexweşxanê. Sirsa got ku kesê di peresetgehê de weka parastvanê perestgehê dixebitî hatiye kuştin.
Ji rêvebirên herêmê Gornam Singh got ku di wexta teqînê de di perestgehê de 30 kes hebûne û weha got:
“Ji yên hundir çend ji wan mirine an saxin em nizanin. Talîban îznê nade em herin hundir. Em nizanin em ê çi bikin.”
Heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe lê di adara sala 2020 an de, terorîstekî DEAŞ ê ketibû perestgehekî Sîhûyan ya Kabîlê û ji kesên ku ayînê dikirin 25 kesan kuştibû û 8 kesan birîndar kiribû.