TR KU SO
FB X
Cîhan

Li pês Parlamentoya Ewropayê pistgiriya Efrînê

📅 26 tebax 2018 06:05

PeyamaKurd - Li pêş Parlamentoya Ewropayê ya li bajarê Birukselê piştgiriya Efrînê hat kirin.
           
Hejmarek ji Kurdên her çar aliyên Kurdistanê ji bo Efrînê xwepêşandanek kirin. Ji bo şermezarkirina kiryarên çete û komên çekdar ên bi nav opozisyona Sûrî ku ji aliyê Tirkiyê ve têne piştgirîkirin û dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve, bi sedan Kurdên Ewropayê rijiyan ber deriyê parlemana Ewropayê  ta ku Yekîtiya Ewropayê destêwerdana nava rewşa Efrînê bike û daxwaza wan kurdan ji parlemana Yekîtiya Ewropayê ew e ku êdî Efrînê ji wê dagîrkirinê û zilma ku têde ye bête rizgarkirin.

Parve bike: