Li Polonyayê êrîşa çekdarî: 9 kes hatin kuştin
PeyamaKurd - Di encama êrîşeke çekdarî ya li navenda bajarê Krakowê yê Polonyayê de 9 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.
Êrişkarê ku bi cil û bergên leşkerî û tivingeke AR-15 êrîş bir ser qada sereke ya bajêr, bi birîndarî hate desteserkirin.
Hate ragihandin ku di encamê de 6 kes li qadê hatine kuştin û piştre li mala gumanbar jî cenazeyên 3 endamên malbata wî hatine dîtin.
Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk bûyer wekî kiryareke "terorîstî" bi nav kir û welat ji bo 2 rojan şîna giştî ragihand.
Wezîrê Karên Navxwe Marcin Kierwinski jî destnîşan kir ku êrişkar xwediyê bîrdoziya rastgira tund û nêrînên neteweperest ên nefretê ye. Ev êrîş piştî sala 1989an ve wekî êrişa çekdarî ya herî bixwîn a li welêt hate tomarkirin û gelek serokên cîhanê sersaxî ji bo gelê Polonyayê xwestin.