TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Qeterê di saziya gaza xwezayî de teqîn çêbû

Admin H
Nivîskar
📅 22 hezîran 2026 18:04

PeyamaKurd - Wezareta Enerjiyê ya Qeterê ragihand ku li herêma pîşesaziyê ya Ras Laffanê, di saziya gaza xwezayî ya Barzanê de şeva borî teqîneke mezin rû daye.

Li gorî bîlançoya ya ku hatiye parvekirin, di encama vê teqînê de 13 kesan jiyana xwe ji dest daye û 66 kes jî birîndar bûne.

 Wezareta Qeterê destnîşan kir ku kapasîteya hinardekirina  saziyê ji vê rûdanê zirar neditiye û tu rîskeke jîngehê jî çênebûye.

Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Petrol û Gaza Xwezayî ya Dewletê (QatarEnergy) û her weha Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê Saad el-Kaabi aşkere kir ku derbarê rûdanê de lêkolîn  hatiye destpêkirin.

Lê belê wezîr hûrgiliyên zêde li ser hûndirê saziyê û asta zirarê parvenekirin. Berpirsên herêmî ev teqîn wekî "bûyereke teknîkî" pênase kirin.

 Li gorî îdiayên şahidên rûdanê, dengê vê teqîna mezin ji paytext Doha ya ku 70 kîlometreyan dûrî Ras Laffanê ye jî hatiye bihîstin.

Parve bike: