Cîhan
Li ser Çemê Benue tekne noqav bû û 32 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Nîjeryayê li eyaleta Tarabayê li ser çemê Benueyê tekna ku rêwiyan barkiribû noqav bû û di encamê de 32 kes mirin. Di nav miriyan de 20 kes ji wan zarokin. Gelek rêwî jî wenda ne.
Li gor ragihand rojnama Daily Trustê; di dawiya hefteyê de li eyaleta Tarabayê li devera Karim Lamidoyê ev bûyer bûye û di teknê de 50 kes hebûne.
Çend roj berê jî li ser çem 70 kes di wexta rêwîtiya xwe de wenda bû bûn û 18 kes miribûn.