TR KU SO
FB X
Cîhan

Tekne noqav bû û 13 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 03 nîsan 2022 04:05

PeyamaKurd – Li rojhilatê Sûdanê li eyaleta Sinnarê di çemê Mavî Nîl de, di tekneyekîde qeza çêbû û di encamê de, di avê de cesedên 13 kesan hat dîtin. Ji wan 11 kes ji heman malbatê ne.

Nehat ragihandin bê sedema qezayê çiye lê piraniya rêwiyên di teknê de xebatkarên jin yên demsale ne.

Heyva Sor ya Sûdanê ragihand ku tîmên parastina sîvîl û xwebexş ji bo 10 kesên wenda bibînin xebatên xwe dewam dikin.

Parve bike: