TR KU SO
FB X
Cîhan

Li ser xeta Pakistan-Kesmîrê dronekî ket

Admin M
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2021 04:34

PeyamaKurd – Li ser xeta Pakistan-Keşmîrê balafirekî bêmirov ya Hindistanê ji aliyê Pakistanê de hat xistin. Li gor ragihandina beşa têkiliyên bi xelkê re ya artêşa Pakistanê (ISPR) li devera Çakotî dronekî aîdê Hindistanê 500 metre ketiye nava sînorê Pakistanê û drone ya karê sîxuriyê ya Hindistanê ye.

Di beyanê de hat ragihandin ku drone ji aliyê Pakistanê de hatiye xistin. Duhî jî dronekî Hindistanê li devera Naûşeriyê ji aliyê Pakistanê de hatibû xistin.

Parve bike: