Kurdistan
PDK: Statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê xeta sor e
PeyamaKurd - Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Daner Ebdulxefar di daxuyaniyekê de ragihand ku li gorî Madeya 117an a Destûra Iraqê, Herêma Kurdistanê qewareyeke destûrî û yekgirtî ye û her hewldanek ji bo lawazkirina wê binpêkirina eşkere ya destûrê ye.
Daner Ebdulxefar bal kişand ser rola nûnerên Kurd li Bexdayê û bi taybetî Serokkomarê Iraqê û diyar kir ku parastina vê qewareyê erkê sereke yê parêzvanên destûrê ye.
Berdevkê Fraksiyona PDKê tekez kir ku ev qeware berhema xebat û qurbaniyên mezin e, lewma "hêla sor e" û nabe ji bo berjewendiyên partîtî û siyasetên demkî bê hedefgirtin.