Cîhan
Li Şîliyê ji ber lehiyê li Santîagoyê hişyarî hat dayîn
PeyamaKurd - Li herêma San Carlos de Apoquindo ya ku dikeve rojhilatê paytexta Şîliyê Santîagoyê, ji ber barana zêde lehî û sîl rabû.
Av, herî û kevir li kolan û kuçeyan belav bûn û gelek wesayîtên ku di bin heriyê de man ziyan dîtin.
Li gorî agahiyan, jiyana rojane li herêmê bi tevahî hate sekinandin.
Servîsa Pêşîlêgirtin û Bersivdana Afatan a Şîliyê (SENAPRED) li dijî metirsiya barana zêde, lehî û bilezbûna ava çeman, ji bo Herêma Metropolîtan a Santîagoyê hişyariya zer da û rewşa alarmê ragihand.