TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Sîstan-Belûcistanê li dijî Tehranê çalakî hatin kirin

Admin M
Nivîskar
📅 17 berfanbar 2022 04:05

PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Sîstan-Belûcistanê li bajarê Zahîdanê, piştî limêja înê xelk li hemberê rêvebiriya Îranê meşiya. Li gor parvekirinên li ser medya civakî, piştî limêja înê grûbeka ku ji Mizgefta Mekkî derket meşiya û li hemberê Tehranê sloganan qêriya.

Di destê xwepêşandêran de wêneyên kesên ku ji ber çalakiyên Jîna Emînî hatine girtin hene ku di derbarê hinek ji wan de biryara îdamê dane û hinek ji wan jî hatine îdam kirin. Hêzên asayîşê mudaxeleyê meşvanan nekir.

Alimê Sunnî yê bajarê Zahîdanê ku limêja înê di mizgefta Mekkî de dakirin Abdulhamid İsmailzehi, di xutbê de bang li rêvebiran kir ku gêncên çalakvan berdin û îdaman bidin seknandin. İsmailzehi weha got:

“Em bi wijdanê xwe dibêjin wan kesên di wexta protestoyan de hatine girtin serbest berdin û li hemberê wan bi tundî tevnegerin. Piraniya wan ciwanin û emrê wan biçûkin. Xortên gênc û jinan serbest berdin. Wan şervan nehesibînin û ger wisa bin jî cezayê mirinê nedin wan û divê nên kuştin.

Di van demên dawiyê de li eyaleta Kurdistanê 2 alimên Sunnî hatine girtin û wan serbest berdin. Qanûnan li gor keyfiyetê bikar neynin. Ev welat mezine. Li welatê me ji her olî û etnîsîteyê millet hene. Divê azadiya mirovan hebe. Destûr, vê azadiyê dide xelkê lê mixabin bê hûqûqiya ku li welatê me heye ji ya her derî zêdetire. Gelek serokkomar di wexta hilbijartinê de gotin ku wê qanûn tetbîq bikin û li ser gotinên wan xelkê deng da wan lê wexta qezenc kirin nikaribûn tiştekî bikin.”

Li eyaleta Sîstan-Belûcistanê piraniya xelkê Sunniye û di 30 yê êlûnê de bûyerên kuştinê zêde bûn û piştî wê rojêbi taybetî li bajarê Zahîdanê û ciyên din her în piştî limêja înê protesto destpêdikin.

Parve bike: