TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Siûdî Erebîstanê îddaya darbeyê derew derket!

Admin V
Nivîskar
📅 22 nîsan 2018 14:24

PeyamaKurd- Duh li paytextê Siûdî Erebîstanê li Riyadê, ji qesra mîrekîyê, dengê çekan bilind bûbû. Piştî bûyerê dîmenên li herêmê li ser medyaya civakî hatin belavkirin û hatibû îddakirin ku hinek hewl didin ku darbeyê li Mîr Muhammed bîn Selman bikin.

Lêbelê rayedarekî Siûdî Erebîstanê di derbarê bûyerê de daxuyanî da û got tiştên ku dihatin gotin ne rast in.

Rayedarê Hikûmetê wiha berdewam kir: Hêzên ewlehiyê li dora Qesra Mîrekiyê, dronek dane erdê. Ev droneyeke piçûk e, wekî pêlîstoka zarokan e. Jixwe Mîr Muhammed bîn Selman jî ne li qesrê bû. Ew li Diriyayê bû.

Parve bike: