Li Somaliyê li dijî endezyarên tirk êrisek pêk hat
PeyamaKurd - Li Somaliyê li dijî endezyarên tirk êrişeke bombeyî pêk hat.
Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku li bajarê Afgooye yê Somaliyê li dijî endezyarên tirk êrîşeke bombeyî pêk hatiye.
Rêveberê Polîsê Somaliyê Ali Nur ragihand ku dema endezyarên tirk firavîn dixwarin wesayîteke bombebarkirî bilez ber bi cihê bûyerê ve ajotiye.
Rayedarê polîsan destnîşan kir ku zû ye bibêjin ku di wê teqînê de hin kes bûne qurbanî yan na.
Ji aliyê din ve li gorî nûçeyên medya Tirkiyê, Balyozxaneya Tirkiyê li Somaliyê daxuyaniyek daye û diyar kiriye ku 3 jê tirk bi tevahî 11 kes birîndar bûne.
Somali'de bomalı aracın patlama anı...Mogadişu'nun 30 kilometre dışında Afgoye kasabasında düzenlenen bombalı saldırıda Türk müteahhitler hedef alındı. Türkiye'nin Mogadişu Büyükelçisi, ölü olmadığını yaralıların bulunduğunu açıkladı. 3'ü Türk, 11 kişi hastaneye kaldırıldı. pic.twitter.com/KqdVKHaxUu
— ANKA Haber Ajansı (@ankahabera) January 18, 2020
Portal nûçeyan a Somaliyê Garowe Onlineyê ragihand ku El Şebabê nêzîkî Mogadişuyê du êrişê pêk anîne lê heya niha tu kom an jî rêxistinê berpirsyariya wê êrişê negirtiye ser xwe.
Hêjayî gotinê ye ku Afqooye 30 km dûrî paytexta Somaliyê Mogadişu ye.