Cîhan
Li Stenbolê teqînek çêbû
PeyamaKurd – Teqîneke bi hêz li navçeya Ataşehîr a Stenbolê çêbû.
Li gor zanyariyan, li navçeya Ataşehîr a Stenbolê di konteynira gilêşê de, teqînek çêbû û dengê teqînê ji gelek navçeyên Stenbolê hate bihîstin.
Di derbarê teqînê de li ser hesabên medyaya civakî wêneyên cihê bûyerê hatin belavkirin, lê di derbarê ziyanên wê de, tu agahiyên fermî heta niha nehatine belavkirin.
Tê gotin, di encama teqînê de tu ziyanên canî çênebûne.
Polîs gihîştin cihê bûyerê û derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirin.