TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Sûdan a Basûr balafirekî rêwiyan ket: Gelek kes jiyana xwe ji dest dane

Admin M
Nivîskar
📅 03 adar 2021 05:05

PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa AA yê ya Tirkiyê li Sûdan a Başûr, li eyaleta Jongleiyê, li herêma Peiri yê balafira aîdê Rêyên Hewayî ya South Supreme iiştî wexteka kurt bi hewa ketiye, balafir li erdê ketiye û gelek kes jiyana xwe ji dest dane. Li gor ragihandina rêvebirê balafirgeha navdewletî ya Cûbayê Kûr Kûol ragihandiye balafir ketiye û jimara miriyan nizane.

Sedema qezayê hêj ne diyare û qeza li dora siet 17.00 ê bi wexta Sûdanê çêbûye. Kûol ragihandiye ku jimara miriyan bi zelalî nizane. Li gor medya cîh di qezayê de 10 rêwî û 2 pîlot mirine.

Şîrket li ser qezayê heya niha ti agahiyekî belav nekiriye.

Parve bike: