Kurdistan
Li gelek parêzgehên basûrê Iraqê elektirîk hat qutkirin
PeyamaKurd – Li gelek parêzgehên başûrê Iraqê elektirîk hat qutkirin.
Li gor zanyariyan, ev parêzgehên ku pileya germiyê li wan deveran di wan rojên dawî de sedî 50 derbas kiriye, germtirîn û hişktirîn parêzgehên Iraqê ne û ev sê roj in li pey hev şêniyên wan parêzgehan bê elektirîk in.
Herwiha hat zanîn, sedema qutbûna berdewam a elektirîkê teqîna mezin e ku li stasyona Xor Zubeyir çêbûye û ji ber vê elektirîkê li wan bajaran buhayê cemedê jî gelek giran bûye.