Cîhan
Li Sûdanê peymana agirbesa mayînde
PeyamaKurd- Layangirên şerê naxweyî yên başûrê Sûdanê, peymanekî îmzekirin ku divê di nava 72 sietan de, peymana agirbesê bikeve rê.
Wezîrê karên derve yê Sûdanê El-Dirdirî Muhammed Ahmed, bo çapemeniyê ragihand ku li bajarê Hartûmê, di navbera serokê dewleta Sûdana Başûr Salwa Kiir Mayardit û serokê muxalefetê Riek Machar de peyman hatiye îmzekirin.
Serokê dewleta Sûdanê Omer El Beşîr bi xwe jî di peymanê de amade bûye û divê di nav 72 sietan de agirbes bê danîn. Wê zîndanî serbest bên berdan û hukumeta demkî bê avakirin.
Li Sûdanê ji sala 2011an û vir de aramî çênabe û her şer û pevçûnên wan dewam dikin.