Cîhan
Li Sûriyê li noqteya çavdêriyê ya Tirkiyê xistin
PeyamaKurd- Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya Tirkiyê; li başûrê devera Idlibê ku tê de divê şer tine be, bi topên hawanê lê dan û di encamê de 2 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn. Wezaret dibêje; dibe hawanên ji aliyê rejîmê de tên avêtin îsabetê noqteyê kiribe.
Her dû leşkerên birîndar hatine veguhestin bo Tirkiyê da tedawiya wan bikin.