Cîhan
Li Sûriyê yekem haleta Covid-19 hat eskere kirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya rejîma Sûriyê, îro 22yê Adarê ragihand ku yekem kesê bi vîrûsa korona ketiye li Sûriyê hatiye tomarkirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê kesê ku pê re Covid-19 hatiye tesbîtkirin, welatiyekî Sûrî yê ji derveyî welat vegeriyaye Sûriyê ye.
Wezaretê ragihandiye ku wan derbarê mijarê de her cure tedbîr wergirtine.
Tê îdiakirin ku ew yekem kesê Covid-19 li ser hatiye tesbîtkirin, Wezîrê Tenduristiyê Saad Abdel-Salam al Nayef e.
Heta niha rêveberiya rejîma Sûriyê red dikir ku vîrusa korona gihîştiye Sûriyê.