Li Tehranê di Roja Qudsê de teqînên mezin: Îsraîlê êrîşeke berfireh da destpêkirin
PeyamaKurd - Li paytexta Îranê, Tehranê, di dema meşên “Roja Qudsê” de teqînên giran pêk hatin. Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku li nêzî qadên mîtîngê teqîn çêbûne û tîmên alîkariya lezgîn bi lez sewqî herêmê hatine kirin.
Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, bi taybetî beşa başûr-rojhilatê paytextê bûye hedefa sereke ya êrîşan. Di heman demê de, Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku wan li seranserê Tehranê dest bi “êrîşeke berfireh” kiriye. Berî destpêkirina teqînan, artêşa Îsraîlê ji bo hin taxên bajêr hişyariya valakirinê dabû niştecihan.
Medyaya Îranê diyar kir ku dengê teqînên pir bihêz li navenda bajêr, bi taybetî li dora Meydana Enghelab, Meydana Firdewsî û Kolana Hîcabê hatiye bihîstin. Hat ragihandin ku piştî teqînan li navenda Îsraîlê jî dengê teqînan hatiye bihîstin ku tê nirxandin encama bersivdayîna sîstemên parastinê bin.
Piştî rûdanê, li herêmên ku teqîn lê pêk hatine tedbîrên ewlehiyê gihîştine asta herî bilind. Tîmên pispor li qadê lêkolînên xwe berdewam dikin da ku ziyanên canî û madî tespît bikin. Ev êrîşa Îsraîlê di rojeke sembolîk de (Roja Qudsê) wekî peyameke tund a leşkerî ji bo rêveberiya Tehranê tê nirxandin.