Cîhan
Li Tengava Hurmizê êrîşî keştiya neftê kirin
PeyamaKurd - Saziya Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê eşkere kir ku li Tengava Hurmizê keştîgeheke neftê ji aliyê fîşek an moşekeke nenas ve hatiye hedefgirtin û di keştiyê de agir derketiye.
Hate ragihandin ku agir di demeke kurt de hat vemirandin, hemû xebatkarên keştiyê di ewlehiyê de ne û ti zerereke jîngehî çênebûye.
Berpirsan diyar kir ku lêkolînên li ser vê bûyerê berdewam dikin û hişyarî dan keştiyên herêmê ku bi baldarî tevger bikin.
Ev êrîş di dema rageşiya mezin a li Tengava Hurmizê û pêkanîna dorpêçên deryayî û aborî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê de pêk hat.