TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Keştiya petrolê li Tengava Hurmizê li mînê ket

Admin H
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2026 11:00

PeyamaKurd - Supaya Pasdaran a Îranê (DMO) ragihand ku tankereke petrolê ku hewldabû bêyî destûr ji başûrê Tenga Hurmizê derbas bibe, li mîneke deryayî ket.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Pasdaran, di encama teqîna piştî lêketina mînê de, di beşa motora keştiyê de agir derket û zirar gihîştê.

Pasdaran destnîşan kir ku keştiya navborî ji destpêka geşta xwe ve hemû sîstemên cihyabûn û navîgasyonê girtibûn û rêgezên derbasbûnê yên Tenga Hurmizê binpê kiribûn.

Di daxuyaniyê de hişyariyeke tund hat dan ku hemû keştî û tankerên ku dixwazin ji Tenga Hurmizê û Kendava Basrayê derbas bibin, heke sîstemên xwe yên naskirinê bigirin, dê rastî tedbîrên pir tund û biryardar bibin.

Parve bike: