TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tengava Hurmuzê di 2 tankerên neftê de teqîn çêbûn

Admin H
Nivîskar
📅 12 mijdar 2026 12:46

PeyamaKurd - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku di 2 tankerên ku zêdetirî 4 milyon varîl neft hildigirtin û li Tengava Hurmuzê di herêma qedexekirî re derbas dibûn de teqîn çêbûn.

Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdaran, teqîn di dema ku tanker li dijî hemû hişyariyan hewldan ji rêya başûr a qedexekirî derbas bibin de rû dan.

Îranê hişyarî da ku her keştiya ku pergalên xwe yên meşê (navîgasyon) bigire û bi hevkariya artêşa DYAyê di vê rêyê re derbas bibe, dê bi heman encamê re rû bi rû bimîne.

Parve bike: