TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tirkiyê di kargeha fîşekan de teqîn: Mirî û birîndar hene

Admin H
Nivîskar
📅 26 hezîran 2026 18:04

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 26ê Hezîranê danê êvarê li bajaroka Kemerhîsarê ya ser bi navçeya Bor a parêzgeha Nîgde ya Tirkiyê de, di kargeha taybet a fişekên hewayî de teqîneke mezin rû da.

Piştî teqîna ku bû sedema tirs û xofeke mezin, di nav tesîsê de şewat derket û li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya tîmên agirvemirandinê, tenduristiyê, cendirme û AFADê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Parêzgarê Nîgdeyê Nedim Akmeşe derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di encama vê teqînê de welatiyekî jiyana xwe ji dest daye û karkerekî din jî birîndar bûye.

Akmeşe diyar kir ku şewata piştî teqînê hatiye vemirandin û ji bo lêkolînkirina sedema rûdanê komisyoneke taybet di bin serokatiya alîkarê parêzgarê bajêr de dest bi kar kiriye.

Hate eşkere kirin ku ev ne karesata yekem a di nav vê tesîsê deye. Sala 2018an jî teqîneke bi vî rengî rû dabû û 2 karkeran jiyana xwe ji dest dabû.

Parve bike: