TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tirkiyê ji ber parvekirinên derbarê koronayê de 510 kes hatin desteserkirin

📅 22 gulan 2020 16:12

PeyamaKurd – Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, di demekê de ku virusa koronayê bandorê li her aliyê jiyanî dike, li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, bi hinceta parvekirinên ‘nerast’ û ‘provokatîf’ 510 kes hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di 65 rojên dawiyê de li ser 10 hezar û 111 hesabên medya civakî hatin lêkolîn hatin kitin. Ji wan hezar û 105 kesên ‘gumanbar’ hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya 7ê Nîsanê ji 616 kesan 229 kes hatin desteserkirin.

17ê Adarê jî bi heman hincetê 93 kes hatibûn tesbîtkirin û ji wan jî 19 kes hatibûn desteserkirin.

Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê duh ragihandibû ku 27 kes ji ber Covid-19 ê mirine û heta niha ku bi Covid-19ê mirine gihiştiye 4 hezar 249 kesan.

Parve bike: