Cîhan
Li Tirkiyê jiyan zehmetir bû: Pistî elektrîk û gazê nirxê genim jî hat zêdekirin!
Peyamakurd - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2022yan bi bihayiyê dest pê kir û nirxê gelek kelûpelên jiyanê ji 1ê Çileyê 2022yan ve hatin zêdekirin.
Şeva sersalê nirxê elektîrkê bi rêjeya ji sedî 50 heta %130 û yê gaza nav malan jî %25 hatibû zêdekirin.
Piştî vê zama yekem a pêşwaziya salê zêdekirina nirxên kelûpelên jiyanê bê rawestan berdewam kir û rojane rêjeyên nû yên bihakirina nirxên kelûpelên jiyanê têne ragihandin.
Herî dawî îro 2yê Çileyê zêdekirina nirxê genim û ceh hat ragihandin ku bihayê genimê bo nan û ceh bi qasî %24 hat zêdekirin.
Tê çaverêkirin bihakirina nirxên kelûpelên jiyanê di rojên bê de jî berdewam bike ku welatî ji ber vê rewşê ketine fikara debarê.