TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tirkiyê santrala duyem ya nuklerî li bajarê Sînopê dê bê avakirin

Admin M
Nivîskar
📅 29 sibat 2024 02:42
PeyamaKurd – Rêvebirê giştî yê şîrketa Rosatomê Aleksey Lihaçev ku şîrketa dewleta Rûsyayê ya enerjiya nukleriye, piştî li Tirkiyê li bajarê Mersînê santrala Akkuyuyê ava kirin, ragihand ku wê santrala duyem li bajarê Sinop a Tirkiyê, li ber qerexê Derya Reş ava bikin. Lihaçev, li ser avakirina santralê got:

“Birêz serokkomar Erdoğan aşkera ragihand ku biryara avakirina santralê ya siyasî dane û wê cîh teslîmê me bike.”

Lihaçev, di axaftina xwe ya li baskê jêr ya parlementoya Rûsyayê di Dumayê de kir û got bi terefê Tirkiyê re gelek dan û sitendinên aktîf kirine.
Erdoğan, berê jî îşaretê dabû ku dê santral li bajarê Sînopê ava bikin û dikarin ji santralê bikin ku Yûnanistan jî fêde bibîne.
 
Parve bike: