TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Trabzonê 7 xanî bûn teraf

Admin M
Nivîskar
📅 14 rêbendan 2021 03:59

PeyamaKurd – Li bajarê Trabzon a li peravên Derya Reş, li navçeya Arakliyê di baxçeyekîde şewat derket û agir li nava xaniyan belav bû. Parêzgerê Trabzonê İsmail Ustaoğlu, çû ciyê bûyerê û ragihand ku şewata xaniyan dewam dike û heya niha 7 xanî şewitîne û bûne teraf.

Parêzger got bi sedema baya zêde û gur zahmete ku agir vemirînin. Malên cîran ji deverê hatine dûrxistin, di encamê de kes nemiriye û xebatên îtfaiyê bo vemirandina agir dewam dike.

Parêzger got eger pêwist be, wê malbatan li navenda bajêr li mêvanxane, yûrd û otêlan bikin mêvan.  Heywanên wan jî dikarin li ciyên bi ewle bihewînin û alifê heywanan bidin.

Parve bike: